• Sunday, 22 February 2026
logo

Xesrew Goran: YNKê û Gorran yekrêziya mala kurda têkda

Xesrew Goran: YNKê û Gorran yekrêziya mala kurda têkda
Piştî ku Nûrî Malikî ragehand, hin aliyê Kurdistanê dijî serxwebûna Kurdistanê û cûda bûna ji Iraqê ne, rêveberekî PDKê aşkara kir, serdana vê dawiyê ya şandeya hevbeş a YNKê û Gorran yekrêziya navmala kurdan li Bexdayê têkdan.

Piştî serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê hevpeymaniya dewleta yasa Nûrî Malikî ragehand, bi tu awayekî li gel dabeşbûna Iraqê û serxwebûna Kurdistanê nînin, serokê fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Xesrew Gorran ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gelek alî hene baweriya wan bi serxwebûna Kurdistanê û vegerandina navçeyên ku ji Kurdistanê hatine veqetandin tuneye û yek ji dijberên serekî yên mafê kurdan jî her Malikî bixwe ye.’’

Li gor gotinên Xesrew Goran pirsgirêka serekî ya serokê herêma Kurdistanê ya li gel Bexdayê jî her Nûrî Malikî bû ye.

Serokê Îtîlafa dewleta yasa Nûrî Malikî ji BBC re got: ‘’Hin aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li dijî serxwebûn û cûdabûna Kurdistanê ya ji Iraqê ne.’’

Xesrew Goran di vê derbarê de ji BasNewsê re got: ‘’Ji ber navmala kurd yekrêz nîne hin kes ji vê sûd verdigrin.’’ Herwaha got, herçend divê di vê rewşê de û bi taybet li Bexdayê pêwîste kurd yekrêz bin jî, lê diyar kir; naha rewş ne wiha ye û yekrêziya kurdan têkçûye.

Li gor Xesrew Goran serdana fraksiyona YNKê û Goran a Bexdayî xeletiyekbû û ziyanekî mezin gehandiya yekrêziya kurd li Bexdayê.

Basnews
Top