Felah Mistefa ji Qunsilê Giştî yê Îranê li Hewlêrê dipirse
Cîgirê Fermandeyê Pasdarên Îranê Serdar Hisên Selamî di gotara roja Îna borî de li bajarê Tehran, gefa wêrankirina Herêma Kurdistanê li Hikûmet û Gelê Herêma Kurdistanê kiribû.
Derbarê gefên Selamî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh 2 Hezîranê di beyanmaeyekê de gefên Serdar Hisên Selamî bi temamî red kirin û ragehand ku divê pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê wek du dirawseyên baş bimînin.
basnews
