• Sunday, 22 February 2026
logo

Îsraîl ji bo Kurdistanê kete nav amadebaşiyan

Îsraîl ji bo Kurdistanê kete nav amadebaşiyan
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Rhewalê, diyar dike ku agahî ji fermanderekî payebilind ê Îsrailê bi dest xistine, Îsraîlê hişyarî daye Îranê ku hêzên wê ketine amadebaşiyê li dijî ihtimala êrîşa Îranê li ser Kurdistanê.

Ji aliyekî din ve, piştî ku şer di navbera Pêşmergeyên Rojhilat û Pasdarên Îranê derket û bi dehan leşkerên Îranê hatibûn kuştin, Îranê gefa êrîşa li Herêma Kurdistanê xwaribû.

Serfermandarê Sûpayî Pasdarên Îranê Hisên Selamî di axaftineke xwe de gef li Kurdistanê xweribû û gotibû, eger Herêma Kurdistanê sozên xwe neyêne cih, em ê her tiştî bikin ji bo ku em hemû tehdîdên li ser welatê xwe ji nav bibin.

Basnews
Top