MEXMÛR – Şer berdewam e!
Derbarê operasyonê de efserê Artêşa Iraqê Raid Emîn Şêxalî ji Rûdawê re ragihand ku gundên Mehele, Hesirye û Kerame bi temamî ji aliyê hêzên Artêşa Iraqê ve hatine kontrol kirin.
Li gor gotina vî efserî di encama şer û pevçûnan de heta niha 29 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Demjimêr 04:00ê danê sibê Artêşa Iraqê li eniya Mexmûrê li dijî çekdarên DAIŞ’ê operasyonek da destpêkirin û heta niha jî berdewam dike.
Operasyon bi piştgiriya balafirên şer ên hêzên hevpeymanan û Hêzên Pêşmerge tê birêve birin.
Armanca operasyonê kontrolkirina pira pira bajarokê Geyara ye.
Bajarokê Geyara dikeve 60 km başûr û rojhilatê Mûsilê. Geyara ji aliyê şêniyê ve yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û li ser ava Dîcleyê ye.
Pêvajoya Operasyonên kontrolkirina navçeyên Şergat û Geyara roja 18ê Hezîranê destpê kiribû. Ev herdu navçe dikevin navbera parêzgehên Selahadîn û Nînowa. Hêzên esmanî yên hevpeymanan û Hêzên Pêşmerge jî piştgiriya operasyonê dikin.
Rudaw
