• Sunday, 22 February 2026
logo

Îran: Armanc ne Herêma Kurdistanê bû

Îran: Armanc ne Herêma Kurdistanê bû
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax diyar kir ku berpirsên Îranê gotine, gotinên Cîgirê Fermandarê Artêşa Pasdaran ne li dijî Kurdistanê bûne.

Nazim Debax bo Rûdawê ragihand ku nikarin bêjin axaftinên Serdar Selamî axaftinên fermî yên Îranê nînin, jiber ku ew Cîgirê Fermandarê Artêşa Pasdaran e.

Debax got ku li hember gefên Selamî zimanê daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dostane ye û tekez li ser pêwendiyên dostane yên herdu aliyan dike.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê got:

“Min bixwe derbarê gefên Cîgirê Fermandarê Artêşa Pasdarande serdanê berpirsên Îranî kiriye û wan jî gotine ku armanca gefên Selamî ne Herêma Kurdistanê bûye, bel ku ew aliyên êrî dikin ser Îranê bûye.”

Debax wiha got:

“Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember gefên Serdar Selamî gelek nerm in. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de amaje bi berdewamkirina pêwendiyên dostane yên herdu aliyan daye.”

Roja 1ê Tîrmehê di dema gotara Înê de Cîgirê Fermandarê Artêşa Pasdaran Serdar Husên Selamî hişyarî dabû Herêma Kurdistanê da ku panendê sozên xwe bin û herwiha gotibû ku ew deverên ku dibin çavkaniya gefê li ser Îranê wê bên wêrankirin.

Ev hişyariya Selamî di demekê de ye ku çend rojek beriya niha li ser sînorên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên ewlekariya Îranê û Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) de şer û pevçûn derketibû û hejmarek pasdarên Îranê hatibûn kuştin.

Rudaw
Top