Komara Çekê navê xwe guhert
Rêvebirya Komara Çekê ragihand navê xwe yê nû kirine Çekya û ew bi Îngîlîzî, Almanî, Fransî, Rûsî, Çînî û Erebî, ji Netewên Yekgirtî û hemû dezgehên navdewletî re hatiye destnîşankirin.
Berdevka Çapemeniya Wezaret Karên Derve ya Komarê Çekê Michaela Lagronova diyar kir ku niha mecbûrî nîne navê nû were bikaranîn û navê nû dê demildest neyê bikaranîn.
Niqaşên li ser navê welat ev heyameke dewam dikirin.
Hin Rêberên Çekî, navê navê Czechlands (Çekistan) pêşniyar kiribû.
Komara Çek berî ku Çekoslovakya sala 1993an bibe du perçeyeke wê bû. Piştî Çekoslovakya bû du beş, aliyke navê Çek û aliyê din jî navê Slovakya lixwe kiribû.
Rudaw
