Berpirsekî berê yê Gorran dibe şêwirmendê serokê herêma Kurdistanê
Dr. Mihemed Hacî bi taybet ji BasNewsê re ragehand, bi awayekî fermî buye şêwirmendê siyasî yê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî .
Mihemed Hacî teqez kir, bi fermane fermî ew erk jê re hatiye dayîn û diyar kir şahnazî bi şêwirmendiya Barzanî dike.
Mihemed Hacî di dawiya meha yekê ya sala 2016ê dest li kar kêşana xwe ya li erkê berpirsyariya peyvendiyên siyasî ya Tevgera Gorran ragehand û naha di nav rêzên PDKê de ye.
Basnews
