• Sunday, 22 February 2026
logo

Destûra Rojava hat eşkerekirin

Destûra Rojava hat eşkerekirin
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê destûra xwe ya bingehîn aşkere kir û tê de bajarê Qamişlo wek paytext diyar kir.

Encumena Damezrîner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve hat avakirin, piştî derbasbûna çend mehan destûra vê Herêma Federal a Rojava-Bakurê Sûriyê aşkera kir.

Destûra ku ji aliyê Encumena Damezrêner a Sîstema Federalî ya Rojava-Bakurê Sûriyê ji bo Rojavayê Kudistaê hatiye amadekirin, ji 85 madeyan pêk tê.

Paytext Qamişlo ye

Li gorî wê destûrê, bajarê Qamişlo dibe paytexta Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê.

Piştî avabûna Rêveberiya Xweser û kantonên Rojavayê Kurdistanê, bajarê Amûdê wek paytext û navenda îdarî-siyasî ya Rojavayê Kurdistanê hatibû diyarkirin.

Herwiha hemû zimanên sînorê federaliyê di hemû warên civakî, îdarî, perwerdeyî û çandî de weke hev in.

Ala Rojava tê diyarkirin

Di madeya 5’an a destûrê de hatiye, dê aleke taybet a federaliyê hebe, ew al dê li kêleka ala federasyona Sûriyê were hildan. Herwiha dê herêma Federal a Rojava-Bakurê Sûriyê logoyeke taybet bi xwe jî hebe.

Herwiha di destûrê de hat gotin, Herêma Federalî wê sîstema hevserokatiyê bi kar bîne.

Li gorî madeya 35 û 36 ên destûrê jî nabe bi ti awayî bêyî destûra dadgehê mal û cih werin kontrolkirin û azadiya kesan jî nayê astengkriin.

Di destûra hat amadekirin de tê gotin, medya di karê xwe de azad e û nabe rê li pêşiya bîr û baweriyan were girtin.

Basnews
Top