• Sunday, 22 February 2026
logo

Her du wezîr civiyan

Her du wezîr civiyan
Piştî alozbûna pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê, cara yekem wezîrê derve yê herdu welatan li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatin gelhev.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu, di 34emîn Civîna Wezîran a Hevkariya Aborî ya Derya Reş de ku li bajarê Soçî yê Rûsyayê birêve dice, hatin gelhev.

Di dema hevdîtinê de Lavrov ji bo rojnamevanan ragihand ku piştî nameya Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan li gel hempişeyê xwe hatine gel hev, lewra ew kêfxweş e.

Lacrov herwiha diyar kirk u ew hêvî dike piştî hevdîtinan pêwendiyên herdu welatan carek din asayî bibin.

Piştî civînê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu jî ragihand ku di hevdîtinê de pêwendiyên herdu welatan, pêwendiyên aborî, bazirganî û enerjî yên herdu aliyan hatine gotûbêjkirin.

Çavuşoglu daxuyand ku divê Enqere û Moskowa ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê bi hev re kar bikin û da zanîn ku dibe di meha Tebaxê de li Erdogan û Putîn li Soçî hevdîtinekê bikin.

Pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê piştî xistina firokeya Rûsî li ser sînorê Sûriyê aloz bibû. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, biryara birîna pêwendiyên aborî û bazirganî dabû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çend roj berî ji Putîn re nameyek şandibû û li ser xistina firokeyê xemgîniya xwe anîbû ziman û daxwaza lêborînê kiribû.

Rudaw
Top