• Sunday, 22 February 2026
logo

Di 24 demjimêr ên burî de 8 serbaz ên Turkîyayê hatin kuştin

Di 24 demjimêr ên burî de 8 serbaz ên Turkîyayê hatin kuştin
Li bakurê Kurdistanê di 24 demjimêr ên dawî de 8 leşkerên Tirk û 4 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dan.

Îro danê sibê li bajarê Colemêrgê gundê Çîmenliyê bombeya ko li ser rê hatibû danîn dema hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê derbas dibû ji aliyê endamên PKKyê ve hate teqandin. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

Li bajarê Mêrdînê Mêrdînê navçeya Dêrikê jî 2 leşkerên berî niha di şer û pevçûnan de birîndar bûbûn li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Li bajarê Çêwlikê jî şer û operasyon berdewam in. Li gor ragihandina Serekaniya Tirkiyeyê li bajarê Çêwlikê navçeya Darahênê navbera endamên PKKyê û hêzên leşkerî de şer derketiye. Di encamê de 2 leşker û 4endamên PKKyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 2 PKKyî jî bi saxî hatine girtin.

K24
Top