• Sunday, 22 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya ji bo xula 35. derçûna xwendekarên Zanîngeha Selahedîn

Peyama Serok Barzanî ya ji bo xula 35. derçûna xwendekarên Zanîngeha Selahedîn
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Mamostayên birêz

Xwendekarên delal

Mîhvan û amadebûyên birêz

Cihê şanaziye îro hejmarek ji xwendekarên xweşdiviyên Zanîngeha Selahedîn bawernameya derçûnê bi serkeftî wergirtiye û xwe ji bo qonaxa hewldan û xizmetkirina welatê xwe amade kirine. Bi vê helkeftê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwendekarên derçuyê vê xulê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Destxweşiyê li hemû mamostayên birêz dikim ku erkê pîrozê pêgihandina xwendekarên xweşdivî li ser milên wane û pêzanînên min ji bo rol û keda wan heye. Spasî Serokayetiya Zanîngehê û Kolej û beşên Zanîngeha Selahedîn dikim ku serpereştiya proseya xwendinê û pêgihandina xwendekarên vê xulê bi serkeftî encam dane.

Mamosta û xwendekarên xweşdivî

Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve ji bilî hebûna astengî û gefan kariye xweragir bê û qonaxa dijwar derbas bike û li sayeya qurbanîdanê da destkeftên mezin mîsoger bike. Gelê Kurdistanê qehremanane li beranber êrîşa terorîstan û abloqe û guvaşên cûr bi cûr da rawestaye û Pêşmerge bi xwîna xwe efsaneya terorîstan şikand û cîhanê sosret kir. Keç û kurên Kurdistanê li şerê terorîstan da mînakeke bilindê cangoriyê û azayetiyê tomar kir ku li cîhanê da kêmwêneye û heta hetayê cihê şanaziyê ne.

Niha Kurdistan bergiriyê li bihayên bilindê mirovayetiyê dike û eve jî pêgeha gelê me li asta cîhanê de bilind kiriye. Gelê Kurdistanê dost û hevpeymaniya hemû cîheke cîhanê heye ku piştevanê mafê rewayên gelê me ne. Dema eweye gelê Kurdistanê wekî mîlletên dinê cîhanê xwediyê serwerî û kiyana xwe bê, ji bo wê yekê bikarê li ser piyê xwe rawestê û berev pêşve biçê. Her ji bo wê yekê jî pêwîste zarok û gedeyên gelê me li ser bihayên bilindê mirovdostî û niştîmanperwerî û xizmetkirina welat û bawerî bi xwe bûnê bin. Ji bo wê yekê bikarîn bibîn mînaka parastina kerameta mirov û pêşketina navçe û cîhanê. Ji bo vê mebestê rola Mamosta û xwendekarên xweşdivî û ehlên zanistê yek alîker û bi bandor dibê.

Li vir da palpiştiyeke xwe ya tevahî ji bo zanîngeh û xwendekarên Kurdistanê radigihînim. Pêwîste bi hewla hemû aliyek asta zanista zanîngehên me bigihe standardên cîhanî. Her wiha kertê Hikûmî û ehlî hela kar û pêşketinê ji bo xwendekarên derçûyî birexsênin bo ku pisporî û şiyanên xwe ji bo xizmetkirina welat bikar bînin.

Xwendekar û gencên me hêviya vî mîlletîne. Xweşhalim bi serkeftin û derçûna wan û hêviya bextewerî û serbilindiyê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
30.06.2016

Top