• Sunday, 22 February 2026
logo

Partiya Demokrat: Îranê xwe hazir kiriye êrişî kampên me yên li Başûr bike

Partiya Demokrat: Îranê xwe hazir kiriye êrişî kampên me yên li Başûr bike
Hat zanîn ku Îranê xwe hazir kiriye êrişî baregeh û navendên partiyên Rojhilatî, bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), yên li Kurdistana Başûr bike.

Rayedarekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK- Rojhilat), ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji BasNewsê re got, li gorî agahiyên ku ketine destê me Îranê amadekariyên xwe kiriye da ku êrişî kamp û navendên PDKÎ yên li derdora bajarê Koye li parêzgeha Hewlêrê ya Kurdistana Başûr bike.

Wî rayedarê Rojhilatî her wiha got, haya rayedarên Herêma Kurdistanê bi taybet haya YNKê ji vê yekê heye û rewş gihîştiye wê derê ku nexweşxaneya bajarê Koye jî hatiye agahdarkirin ku xwe ji her bûyerekê re amade bikin.

Li gorî agahiyên wî rayedarê PDKa Rojhilat, amadekariya wê jî hatiye kirin ku eger Îran êriş bike, malbatên Rojhilatî yên li kampên Koye de bicîh bûne, derbasî cihekî din bên kirin.

Hat gotin ku parzûngeha petrolê ya Şîwaşokê, ku li kêleka bajarê Koye ye, ji tirsa êrişên Îranê tê veguhestin.

Lê rêveberê polîsê Koye, Mihemed Seîd ji BasNewsê re got, heta niha derheqê vê rewşê de bi fermî tiştek ji me re nehatiye gotin. Di nav xelkê de behs tê kirin lê bi fermî em nehatine agahdarkirin.

Di heyama çend rojên borî de, li çend deverên Kurdistana Rojhilat di navbera pêşmergeyên Rojhilatî û pasdarên Îranê de şer derketibû. Tê gotin ku gelek pasdar di wan şer de hatine kuştin, ji ber wê jî Îranê pir hêrs bûye.

Piştî wan pevçûnan, fermandeyekî pasdarên Îranê gefa topbarana kampên pêşmergeyên Rojhilatî yên li Başûr xwaribû.

Roja 26ê vê mehê jî, Îranê deverên Sîdekan û Hacî Omeran ên Başûr, bi hêceta hebûna pêşmergeyên Rojhilatî dabû ber topan. Di wan bûyeran de 5 welatiyên Başûrî birîndar bibûn.

Basnews
Top