Piştî vegerran a peywendî yên Turkîya û Rûsya çi dibe bo Kurd li Surîya?
Rûsiyê weke alîgir yan jî hevalbend ji Hikumeta Esed re tê naskirin berûvajî vê yekê Tirkiyê dijatiya Esed û hikumeta wî dike . lewma jî bi vegera pêwendiyên wan dibe siyaseta wan derbarê Sûriyê bi giştî herweha derbarê Kurd bihê guhertin.
Sêrgî Lafrof got:Ta demek a nêzîk jî pêwendiyên me yên xurt bi tirkiyê re taybet bi çareseriya krîzeya Sûriyê hebûn. piştî wê demê ji bo sedemên diyar ew pêwendî hatin birîn, lê niha serokê tirkiyê daxwza lêbûrînê ji serokê rûsiyê kir, û dê têkiliyên me xurt bibin, di nerîna min de wê hevkariya me jibo çareseriya sûriyê dîse wê vegere,
Bi taybet jî ku rûsiyê berî niha berdewam hewil dida PYD di danûstandinên Cinêfê de beşdar bike û bi dehan civîan li gel serkirdeyên wê encam da.
Tirkiyê berdewam ji her piştgiruyekê ji kurdan re li rojavayê kurdistanê ditirse û ew yek ji aliyên serekî bû di ne qebûlkirina beşdariya partiya yekîtiya demukratîc PYD di danûstandinan de .
Li aliyeke din vegerandina pêwendiyên dibe dîse firokeyên tirkiyê li asmanê Sûriyê bifirin ji bo armanckirina komên tûndrew û dibe helwsta Tirkiyê beramberî Emrîkayê xurt bibe û jê bixwaze nema piştgiriya hêzên sûriya demukrat bik û bi piştgirya wê û rûsiyê hêzeke din li ser erdê bibe ku ew jî ewe artêşa azade yan jî hêzên bi ser opozisyonê ve ne.
K24
