Nêçîrvan Barzanî pesna rola Balyozê Hengariya li Îraqê dide
Szatmari kêfxweşiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê nşîanda ku ji bo xatir xwastinê û bi dawî bûna erkê wî wek Balyozê Hengariya li Îraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û spasiya alîkarî û piştîvaniya hikûmeta Herêmê û Serokwezîr kir ku li dema karkirina wî, jê re pêşkêş kirine.
Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku Hengariya dixwaze têkiliyên xwe digel Herêma Kurdistanê berfirehtir bike û li warên zanistî, kultûrî, aborî û dîplomasî pitir pêş bixe. Amaje bi vê yekê jî da ku li dema vegeriyan ji bo welatê xwe, bi hemû awayekê piştîvaniya têkiliyên du alî navbera Herêma Kurdistanê û Hengariya dike û hewlê dide xwedî kar û bizinsmanên welatê xwe han bide ji bo vê yekê li Herêma Kurdistanê weberanîn û sermayeguzariyê bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hewl û karên Balyozê Hengariya giring nirxand û hêviya serketinê di karê nû de jê re xwest. Amaje bi vê yekê jî da ku asta bilinda têkiliyên navbera Herêma kurdistanê û Hengariya ji bo hewl û karên Szatmari vedigere.
Her wiha got Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo vê yekê dike ku li hemû waran têkiliyên xwe tevî Hengariya pêş bixe û piştîvaniya xwe jî ji bo Balyozê nû û Konslxaneya Hengariya li Herêma Kurdistanê nîşanda.
Her du aliyan li dawiya hevdîtinê, bal kişandine ser rewşa deverê û dawîn pêşhatên şerê dijî terorê û hijmarek babetên têkildar.
