Partıyên Kurdistanî Şêx Saîd û hevalên wî bibîranîn
Partî û rêxistinên Kurdistanî dan zanîn ku, ewê têkoşîna rewa ya maf û azadiyên gelê Kurd bidomînin û daxwaz kirin ku, gorên pêşawayên Kurd ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine veşartin bên aşkere kirin.
Di daxuyaniyê de wiha jî gotin:"Bila Dewleta Tirkiyê Ji Kurdan Lêborîn Bîxwaze"
Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Hereketa Azadî, Patî demokratî Kurdistan Tirkiye PDK-T, Pak-Kurd û Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSKê li ber AZC Plazayê, bi ala rengîn, ragihandin ku, dewleta Tirk, soz û peymanên ku di salên 1920-an de ji daye Kurdan, piştî peymana Lozanê jibîr kiriye û li beramber gelê Kurd û pêşawayên Kurd, qetlîam, nefî kirin û têkbirina dîroka Kurdistanê destpê kiriye.
Partî û rêxistinên navborî daxwaz kirin ku, gorên pêşawayên Kurd bên diyar kirin û dewleta Tirkiyê ji ber kirinên xwe yên ne mirovî ji gelê Kurd lêborîn bixwaze.
HAK-PAR wiha got : "Emê li Wesêta Şêx Saîd û Daxwazên Wî Xwedî Derdikevin"
Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR jî li navenda partiya xwe ya Diyarbekirê, bi daxuyaniyekî dazanîn ku ew şehîdên serhildana şêx saîd bibîr tînin û gotinên Şêx Saîd ku beriya dervekirinê gotibû : "Niha ez dikim ji jiyana fanî xatir bixwazim. Ez ne poşman im ku xwe ji gelê xwe re feda dikim. Tenê bila naviyên min li hemberî dijmin min şermezar nekin." Bibîrxistin û diyar kirin ku ewê vê wesêta şêx Saîd jî jibîr nekin.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç, daxwaz kir ku îtîbara Şêx Saîd û hevalên wî bên vegerandin û ciyê gorên wan jî bê aşekere kirin.
K24
