Li Girê Spî teqîn: Hejmara kuştiyan zêde bû
Îro danê sibê li nav bajarê Girê Spî, otomobîleke bombekirî teqiya. Li gorî agahiyan, ji ber teqînê destpêkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan lê 3 kes ji birîndarên ku rewa wan baş nebû, jî jiyana xwe ji dest dan, bi vî rengî hejmara kuştiyên teqînê gihîşt 7an.
Di bûyerê de 12 kes birîndar bibûn, bi mirina 3 birîndaran re, hejmara birîndaran jî daket 9an.
Demek kurt piştî teqînê, DAIŞê ragihand ku teqîn ji aliyê wan ve hatiye kirin.
Bajarê Girê Spî, 15ê Gulana par ji aliyê şervanên YPGê û bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman ji destê DAIŞê hat derxistin. Bi azadkirina Girê Spî re, herêmên Cizîr û Kobanî yên Rojava gihîştin hev.
Li Girê Spî, ji bilî kurdan, ereb û tirkmen û ermenî jî dijîn.
Basnwes
