• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan û Putin hevdînek telefonî pêkanîn!

Erdogan û Putin hevdînek telefonî pêkanîn!
Berdevkê Ofîsa Ragihandinê ya Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi rêya telefonê hevdîtinek bi Erdogan re pêk anî. Peskov, derheqê naveroka hevdîtinê de jî diyar kir, em ê piştre agahiyê bidin.

Ev hevdîtina di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn de piştî ku di meha mijdarê de jetên Tirkiyeyê balafira rûsî xistin cara yekemîn e.

Hevdîtina telefonê piştî ku Serokkomar Erdogan nameyek ji Pûtîn re şand û di nameye de xemgîniya xwe nîşanda û ji bo bûyerê lêborîn xwest pek hat. Li gorî daxuyaniyên ku berê hatibûn dayîn, dîroka hevdîtinê wê li gorî xwesteka Kremlînê pêk were.
Ji aliyê din ve ji Serokkomariya Tirkiyê jî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de tê gotin; ‘’Zindî kirina peyvendiyên dûalî û tekoşîna li dijî terorê ji aliyê herdû serokan ve amaje pê hatiye dayîn, berdewam li gel yek di peyvendiyê de bûn û di mijara rûbirû hevdîtin pêkanîn de jî hevbîr û nêrîn bûn derketiye holê.’’

Herwaha çavkaniyên serokkomariya Tirkiyê dibêjin hevdîtin pir erênî derbasbûye.

Li gor malpera fermî ya serokkomariya Tirkiyê tê gotin; Serokkomar Recep Tayip Erdogan li gel serokê federasyona dewleta Rûsyayê Vladimir Putin hevdîtinek telefonî pêkanî û di hevdîtinê de peyvendiyên dûalî yên Rûsya û Tirkiyê ji bo asayî bibin bi giringî li ser hatiye sekinandin. Herwaha ji bo carekedin peyvendiyên dûalî asayî bibin jî gavên pêwîst wê bên avêtin û di herêmê de siyasî, aborî û krîzên mirovî yên derdikevin jî bi hevre di nav hevkariyê de dikare bê derbaskirin û giringiya wan babetan hate destnîşankirin.

Basnews
Top