Rûsya destxweşî li Erdogan kir
Marya Zeharova di kongireyekî rojnamevanî de di bersiva pirsyarekê de ragehand ku, peyma Erdogan bo Serokê Rûsya Vladimir Putin pêngavek divh debû. Herwiha ragehand ku ligel pêşhateyan em dê daxuyaniyekê derbarê pêwendiyên Tirkiyê û Rûsya bidin.
Berdevkê Ragehandina Kirmlên jî Dîmtrî Pêskov nameya Erdogan jibo Putin bi pêngava baş û durust da nasîn.
Berdevkê Serokatiya Komara Tirkiyê Ibrahîm Kelin ragendibû ku Serokomarê Tirkiyê Recap Tayyp Erdogan nameyek arasteyî Serokê Rûsya Putin kiriye derbarê xistina firokeya Rûsî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve.
Çavkaniyekê ji Serokatiya Tirkiyê ragehand ku, biryare sibe 29 Hizêranê Serokê Rûsya Putin di pêwendiyek telîfonî de spasya Erdogan bike.
Basnews
