• Sunday, 22 February 2026
logo

Amed - PKKê bi roketan êrişî leşkeran kir: 4 kuştî û birîndar

Amed - PKKê bi roketan êrişî leşkeran kir: 4 kuştî û birîndar
Li navçeya Licê ya Amedê PKKê bi roketan êrişî leşkerên Tirkiyê kir. di encama êrişê de 1 leşker hat kuştin û 3 leşker birîndar bûn.

Îşev li navçeya Lice ya girêdayî parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi roketan êrişî leşkerên Tirkiyê kirin.

Li gorî agahiyan, êriş li gundê Dîbek a girêdayî navçeya Licê pêk hat û di navbera her du aliyan de pevçûn derket. Di encama êrişê de 4 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bi rêya helîkopterên serbazî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê hatin veguhastin. Hat zanîn, yek ji leşkeran ji ber giranbûna birînan jiyana xwe ji dest da.

Piştî pevçûnan, Artêşa Tirkiyê hêzek zêde ber bi cihê bûyerê ve şand.

Rudaw
Top