Li balafirxaneya Stenbolê 3 teqîn: 32 kuştî, 80 birîndar
Li gorî agahiyan, îşev li termînala xetên derve ya balafirxaneya Ataturk a bajarê Stenbolê 3 teqînên xwekujî çê bûn.
Piştî teqînê dengê çekan jî li balafrixaneyê hat bihîstin.
Ji ber teqînan ketin û derketina ji balafirxaneyê hat rawestandin.
Hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bo balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatin şandin.
Waliyê Stenbolê Vasip Şahîn di daxuyaniyekê de ragihand, 3 teqînên xwekujî li balafirxaneya Ataturk a Stenbolê qewimîne.
Vasip Şahîn got, di encama teqînan de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji ber teqînên li balafirxaneya Ataturk a Stenbolê bi rêya telefonê pêwendî bi Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Afkan Ala û Waliyê Stenbolê Vasip Şahin kir û derbarê bûyerê de agahî wergirt.
Yildirim herwiha biryar da, ku derbarê bûyerê de li Avahiya Wezareta Navxwe madeya kirîzê were danîn.
Bozdag: 10 kuştî û 20 birîndar
Piştî teqînê yekemîn daxuyanî ji aliyê Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ve hat.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, li gor agahiyan destpêkê di encama êrişa li balafirxaneya Ataturk 10 kuştî û birîndar hene.
Bozdag got, kesê êrişkar bi çeka di destê xwe de gulle li derdora xwe reşanad û pişte jî xwe teqand.
Rudaw
