• Sunday, 22 February 2026
logo

îddîaya balkêş: Payîzê ber bi aştiyê ve

îddîaya balkêş: Payîzê ber bi aştiyê ve
Hindek ji çavdêrên siyasî pêşbînî dikin ku li Tirkiyê dema ji bo vegera ser mêzeya guftûgoyan ne dûr e. Li gor dîtina wan zanyaran niha amadekariya bingeha wê yekê tê kirin ku hikûmeta Tirkiye û PKK di meha Tebax û Îlonê de carek din dest bi guftûgoyan bikin.


Di demekê de ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê hêviya çespandina aştî û çaresriyê dihate kirin, di 22’ê Tîrmeha 2015’ê de, tabloyek bi berovajî derkete holê. Hê salek li ser destpêkirina şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de derbas nebûne lê di vê heyamê de gelek tişt hatine guhertin.

Pêvajoya Çareseriyê li Bakûrê Kurdistanê rawestiye, bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran kes bê mal man. Parêzbendiya yasayî ya li ser gelek parlamenterên HDP’ê hate rakirin.

Di serdema hilbijartinên 7’ê Hezîrana sala borî, çareseriya siyasî ya pirsa Kurd li nav parlamentoya Tirkiyê bibû rojeva sereke. Lê piştî rûdanên 22’ê Tîrmehê li parlamentoya Tirkiyê rojevek bi navê “Pirsgirêka Kurd” nema.

Di nava AK Partiyê de jî weke salên berê, behsa çareseriyê nayê kirin. Tenê ne ku hêza diyarkirina rojevê ya HDP’ê nemaye, herwiha ketiye nava pozîsyonekê parastina xwe.

Nivîskarê rojnameya Hurriyet a Tirkiyê Abdulkadîr Selvî ku nêzîkê hikûmetê ye, di destpêka vê mehê de rêze gotar derbarê plana hikûmetê ya piştî şerê nav bajêran, nivîsî. Selvî baldikêşe ser wê yekê ku di plana hikûmetê de heye operasyonan li ser navendên PKK’ê yên li çiyayên Bakûrê Kurdistanê bike.

Bi tevê vê yekê jî çavdêrên siyasî, egera destpêkirina pêvajoyek nû, dûr nabînin.

Mamostayê Zanîngeha Stenbolê Prof Mesut Yegen di hevpeyvînekê de li gel malpera El Cezîre yê Tirkî, behsa egera destpêkirina pêvajoyekê nû dike û dibêje:

“Ji daxuyaniyan jî diyare ku wê PKK dawî li şerê nav bajêran bîne. Li gor min ji nivîsên Abdulkadîr Selvî fam kir, dewlet dixwaze weke operasyonên li nav bajêr, li çiyayan jî operasyonan bike. Bi vî awayî peyamê didin PKK’ê ku wan deveran bicîh bihêle.

Li gor geşedanên li Sûriyê, Amerîka garantî dide PKK’ê û bi vî awayî PKK jî li çiyayan de nakeve nava şerekê tund de. Lê belê heger ew garantiyên ji bo PKK’ê hatine dayîn, neyên cîbicîkirin, hingî wê PKK jî ji cihê xwe bimîne û weke berê bi otomobîlên bombebarkirî, êrîşê ser baregahên leşkerî bike.”

Derbarê egera vegera hikûmeta Tirkiyê û PKK’ê ya ser mêzeya guftûgoyan jî Yegen dibêje:

“Heger di vê havînê de şerekê pir giran rû nede û derbasê nav bajarên rojavayê Tirkiyê nebe, dibe ku di Îlon û Cotmeha pêşiya me de, li gel çareseriya rewşa Sûriyê, bingehek nû ji bo gugtûgoyan jî ava bibe.”

Hikûmeta Tirkiyê di daxuyaniyên xwe de tekez dike ku heta PKK dest ji çekan bernede, ew ê careke din nevegerin ser mêzeya danûstandinan. Mamostayê Zanîngeha Dîcleyê Wahab Coşkûn dibêje:

“Deriyên vegera ser mêzeya danûstandinan bi temamî nehatiye girtin. Divê em bi zimanê siyasî yê rojane neyên xapandin. Herdu alî jî ji bo kontrolkirina alîgir û girseya xwe, bi zimanek tund diaxivin. Herdu alî jî ji ezmûnên 40 salên derbasbûyî gehiştine wê encamê ku derfeta wê yekê nemaye ku ev pirsgirêk tenê bi rêya siyaseta ewlekariyê bê çareserkirin. Jiber vê yekê jî herdu alî jî herdem deriyekê vekirî dihêlin. Şertên dewletê û yên PKK’ê hene. Gelo PKK şertê dewletê yê; çekan daynin û paşî biaxivin, qebûl dike? Herwiha, gelo li Sûriyê dewlet û PKK digehin xelekê hevbeş?

Li gor dîtina Mamostayê Zanîngeha Mêrsînê Profesor Ahmet Ozer, di payîza pêşiya me de wê carek din pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd destpê bike. Ozer di vê mijarê de bo Rûdawê got:

“Yekem care balafirên şer ên Tirkiyê nav axa Tirkiyê bombebaran dikin. Erdogan dixwaze heta payîzê derbeyek giran li PKK’ê bide û bi awayekê ku ew dixwaze, PKK’ê bikêşe ser mêza danûstandinan.”

Rojava girêka kor vedike

Yek ji sedema sereke ya jinavçûna Pêvajoya Çareseriyê, bihêzbûna pêgeha PKK’ê ya li Rojavayê Kurdistanê ye. Gelek kes wisa pêşbînî dikin ku heger deskeftiyên PKK’ê û PYD’ê yên li Rojavayê Kurdistanê bihêz nebaya, Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî ev hinde dirêj nedikir.
Li gor nêrîna Vahap Coşkûn jî destkeftiyên PKK’ê yên li Rojavayê Kurdistanê û rewşa Sûriyê gelek bandor li têkçûna Pêvajoya Çareseiyê kiriye. Coşkûn dibêje:

“Pêvajoya Çareseriyê ji ber rewşa Sûriyê wiha lê hat. Tirkiyê û PKK’ê nekarîn li Rojava lihev bikin. Li Sûriyê qadek nû kete destê PKK’ê. Ji bo bikare li vê qadê bigehe armancê xwe, astenga herî mezin Tirkiye bû. Tirkiyê got ku ew ê rê nede PKK’ê ku li bakûrê Sûriyê dewletekê ava bike. Ev helwesta Tirkiyê ji serî heta binî, xelet e. Ji bo PKK ji dewletê re bêje, ‘tu dê baca karên xwe bidî’ dest bi şerê nav bajaran kir.

Her çend, destkeftên Kurdan bibin sedemekê têkçûna Pêvajoya Aştiyê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, berovajiyê vê yekê, bi awayek bivê nevê berjewendiyên Kurd ên li Rojava dibe ku bibe sedem da ji nûve alî vegerin ser mêzeya guftûgoyan.

Derbarê vê mijarê de Ahmet Ozer dibêje:

“Çawa ku Rojava bû sedemek giring ê têkçûna pêvajoya çareseriyê, bi heman awayî dikare bibe sedemê vekirina deriyê çareseriyê jî. Ev rewşa emir waqî li Rojava pêk tê û Tirkiye bixwaze û nexwaze jî naçare qebûl bike.

Li gor baweriya Vahap Coşkûn jî deriyê lihevkirinê yê Bakûrê Kurdistanê jî, ji Rojava derbas dibe. Coşkûn dibêje:

“Heger li Rojava rêkeftinek bê kirin, derfetê vegera ser mêzeya diyalogê vedibe. Bi dîtina min Amerîka jî di vî warî de hewlan dide.”

Mesut Yegen jî dibêje ku rûdanên nav Sûriyê dibe sedema vekirina deriyê çareseriyê li Tirkiyê û wiha dibêje:

“Jiber ku tiştên li Sûriyê rû didin, ne bi dilê Tirkiyê ne. Bi awayek ne çaverêkirî, geşedanên li Sûriyê, Tirkiyê davêjin derveyî hesabên paşerojê. Rêya tenê ya ji Tirkiyê re maye ew e ku, ji bo buyer zêdetir xizmetê berjewedniyê Kurdan neke, pêwîste dewleta Tirkiyê li gel rejîma Sûriyê û Iraqê bi hevbeşî kar bike. Ji bo vê yekê jî divê di serî de Amerîkayê û Rûsyayê razî bike. Egera vê senaryoyê jî sifir e. Heger ev yek neyê kirin, divê Tirkiye PKK û PYD’ê li Sûriyê qebûl bike. Ji ber vê yekê jî divê li pey rêya çareseriyekê di nava Tirkiyê de bigere.

Rudaw
Top