Malikî piştgirya xwe ji bo rêkeftina Gorran û YNKê teqez kir
Roja sêşemê 28.06.2016ê serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê Îtîlafa dewleta yasa Nûrî Malikî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand; pêşwazî li şandeya hevbeş a YNKê û Gorran a di serokatiya serokê fraksiyona YNKê ya parlamentoya Iraqê Ala Talabanî kiriye.
Nûrî Malikî û şandaya hevbeş a YNKê û Gorran li ser pêşketinên dawiyê yên siyasî û ewlehiya Iraqê gotûbêj kirine û Nûrî Malikî piştgiriya xwe ji bo rêkeftina navber wa her dû partiyan dûbare kiriye.
Serokwezîrê berê yê Iraqê, ku di serdema desthilatiya wî de budceya Herêma Kurdistanê hate birîn û alîkariyên leşkerî yên ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatin birîn, dibêje rêkeftina YNKê û Gorran dibe emsal bo yekrêzî û çareserkirina pirsgirêkên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê.
Basnews
