• Sunday, 22 February 2026
logo

Hozên Erebên Neynewa dixwazin pêşmerge pişikdarîya şerê Mûsilê bikin

Hozên Erebên Neynewa dixwazin pêşmerge pişikdarîya şerê Mûsilê bikin
Hozên Erebên parêzgeha Neynewa ragîhand, ew dixwazin hêzên pêşmerge pişikdarîyê di şerê rizgarkirina Mûsilê da bikin.

Şêx Muzahim Elhweyt, peyvdarê bi navê civata hozên Erebî li parêzgeha Neynewa bo Şerqulewset ragîhandîye, digel destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, xelkê Mûsilê berheve serhildanekê li dijî Daişê bike.

Xuyajî kir, hozên Erebên Neynewa, ret dikin mîlîşyayên şîe ewên Îranê damezrandin di rizgarkirina Mûsilê da beşdar bibin.

Peyvdarê hozên Neynewa amaje kir,ku daxwazîya serekî ya welatîyên Neynewa, pişikdarîya hêzên pêşmerge di şerê Mûsilê da.

Herweha şêx Sar Ebdulkerîm Wetban, ku yek ji şêxên şemerane ragîhand, niha çarde hezar çekdarên civata hozên Erebî ji alîyê pêşmerge û hevpeymanan ve hatine meşqdan, bo şerê rizgarkirina Mûsilê jî berhevin.

War.tv
Top