• Sunday, 22 February 2026
logo

PAK: Divê partiyeke bihêz a Kurdistanî were avakirin

PAK: Divê partiyeke bihêz a Kurdistanî were avakirin
Meclîsa Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) 18-19’ê Hezîrana 2016’an de civîna xwe ya 7. li Amedê lidarxist.

Civînê bi rêzgirtinê destpêkir. Paşê Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Özçelik bi rojeva ku ji alîyê meclîsê ve hatibû qebûl kirin dest bi civînê kir.

Mustafa Özçelik piştî vekirina civînê, biryarên di civîna meclîsa PAK’ê ya sê meh berê de hatibûn stendin xwend. Her weha xebat û çalakîyên sê mehên dawîyê û rewşa rêxistinên partîyê yên di bicîhanîna biryaran de nirxand.

Meclîsa PAK’ê biryar da ku Yekemîn Kongreya Asayî ya PAK’ê di roja 06.11.2016’an bê lidarxistin. Berîya Kongreya Giştî jî dê kongreyên bajar û navçeyên bêne lidarxistin. Jibo amadeyîya kongreyê jî Komîsyona Amadekirinê ya Kongreya Giştî hate bijartin.

Di civîna Meclîsê de rewşa siyasî ya Kurdistanê û cîhanê hate nirxandin, siyaseta PAK'ê hate tesbît kirin.

Meclîsa PAK’ê, di çarçoveya rojevê de, bi dirêjahîya du rojan de, rojeva Kurdistanê, cîhanê û bi wê ve girêdayî ya sîyaseta PAK’ê nirxand. Piştî nirxandinên berfireh , li ser pêvajoyê ev tesbît hatin kirin:

-Dewleta Tirk ji alîyekî şerê heyî kûrtir dike, ji alîyekî ve jî bi derxistina qanûnên nû, destkeftinên heyî jî dixwaze ji holê rabike. Lê tecrûbeyên heta nuha bi dehan caran nîşan daye ku Dewleta Tirk dê bi sîyaseta kuştin, wêranîyê, bi rêlibergirtina azadîyê û demokrasîyê dê nikaribe gelê me ji holê rabike, doza azadîya Kurdistanê bifetisîne. Divê Dewleta Tirk zûtirîn dem vî şerî û van êrîşên pir alî rawestîne û bi rêyên dîyalogê, dest bi çareserîyeke sîyasî bike.

-Divê PKK jî dest ji vê sîyaseta xwe ya şaş ya şerî berde. Ev çend mehên vê dawîyê bê teredut şaşitîya vê siyaseta PKK'ê îspat kiriye. Şer zerarê dide gelê me, dide welatê me. Şer, rê xweş dike ji sîyaseta Dewleta Tirk ya ji holêrakirina destkeftiyên gelê me. Gelê Kurdistanê vî şerî naxwaze. Îsrar kirina PKKê ya di şerî de, binpêkirina îradeya gelê me û têkbirina pêşeroja me ye.

-Her cûre êrîşên li ser navê doza biheq û meşrû ya azadîya Kurdistanê li sivîlan têne kirin, nayên qebûl kirin, sûcê li dijî mirovahîyê ye. Êrîşên bi vî rengî zerarê dide doza me.

-Li Bakurê Kurdistanê hevkarîyeke ku li ser bingehekî netewî û Kurdistanî pêwîst e. Hemû alîyên kurd, li gel hemû ferqîyetên xwe jî, di nav danûstandinan û dîyalogan de bin, di pêngavên piçûk da be jî divê rêya dîyalogan li hevdu negirin. Lê, hevkarî û tifaqên li ser esasê prensîban bê avakirin. Bingeha tifaqeke Kurdistanî , qebûl kirina hebûna miletê Kurd e, hebûna Kurdistanê ye, rêzlêgirtina di navbera hêzên sîyasî ye, parastina statuyekê jibo Kurdistanê ye.Em girîngîyê didin hevkarîya di navbera partî û tevgerên bakurê Kurdistanê ku PAK jî têde ye.Lê jibo ku ev hevkarî hîna berfirehtir bibe û jibo êdî bibe tifaqeke mayinde û bi bername, divê hemû alîyên hevkarîyê di gelek warên bingehîn de xwe zelal bikin. Hevkarîyeke zelal dikare bingeha tifaqeke saxlem û kamil bihûne.

-Meclîsa Partîya me sîyaseta xwe ya jibo di nav refên partîyekê de yekkirina potansîyela azadîxwaz û demokrat a Kurdistanî, careke din teyîd kir. Û dîyar kir ku PAK amade ye jibo hemû hewlên di vê derbarê de. Meclîsa Partîya me, bangî hemû kadro û potansîyela azadîxwaz û demokrat ya bakurê Kurdistanê dike ku em bi hevdu re partîyeke xurttir ava bikin.

-Meclîsa Partîya me dibêje Kongreya Giştî ya Yekemîn a PAK'ê :
- Divê bibe cîhê hêvî, bawerî û geş kirina sîyaseteke nûh û nûjen
-Divê bibe destpêkeke nuh di rêya azadîya Kurdistanê de
- Divê jin, ciwan û kadroyên di civata Kurdistanê de cîhekî wanê maqûl heye di nav meclîsa nuh de cîh bistîne

Ji bo ev armanc pêk bên jî bangî hemû rêveber, endam û layangir û dostên PAKê dike, bangî hemû kes û alîyên peywendîdar dike ku em bi hevdu re PAKeke hîna xurt ava bikin.

-Meclîsa Partîya me careke din li ser helwesta Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya di derbarê referandûma serxwebûnê de rawestîya. Meclîsa me piştgirîya vê helwestê dike.Meclîsa me careke din teqîd dike ku, serxwebûn êdî ne bes rêyeke çareserîya sîyasî ye, di eslê xwe de, îro bûye pêwîstîyeke jîyanê ya jibo çareserkirina pirsgirêkên başûrê Kurdistanê û hemwelatîyên wê. Em wek PAK bangî hemû hêzên siyasî yên başûr û yên perçeyên dikin ku, bi hemû hêza xwe, em piştgirîya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin.

-Meclîsa Partîya li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê rawestîya. Meclîsa me careke din bal kişand ser yek kirina hêzên eskerî, sîyasî, aborî yên TEVDEM, ENKS û partîyên din yên rojavayê Kurdistanê. PAK bangî hemû alîyên sîyasî û pêkhateyên civakî, etnîkî û olî û mezhebî yên rojavayê Kurdistanê dike ku, federalîyeke li ser esasê qebûl kirina miletê Kurd, qebûl kirina Kurdistanê û qebûl kirina azadîya gelê me û sitatuya Kurdistanê,îdareyeke hevbeş ava bikin û yekrêzîya xwe pêk bînin.

-Meclîsa Partîya me, jibo doza azadîya Rojhilatê Kurdistanê careke din piştgirîya xwe teqîd kir . Li Rojhilatê Kurdistanê pêwistî bi têkoşîneke bi hêz, bi tifaqa hêzên netewî yên demokratîk heye. Tifaqeke weha wê bikaribe têkoşîna azadîya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê bighîne asteke pêdivî pê heye.

Basnews
Top