• Sunday, 22 February 2026
logo

Tirkman: Eger pêşmerge nebaya DIŞI qira wan anîba

Tirkman: Eger pêşmerge nebaya DIŞI qira wan anîba
Serokê fraksiyona bereya Tirkmenî li parlamentoya Kurdistanê ragehand, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Tirkmen û pêkhateyên din ên Kurdistanê ji rêxistina hov a DIŞIê parastin.

Serokê fraksiyona bereya Tirkmen li parlamentoya Kurdistanê amaje bi vê yekê kir ku, destpêka êrîşên DIŞIê yên ser parêzgeha Nînova de ku Xizîrana 2014ê de pêkhat, hêzên Iraqê nekarîn Tirkmenên Mûsil û bajarê Telaferê biparêzin, ji ber wê jî got: ‘’Gelek gazindên me ji artêşa Iraqê hene.’’

Serokê fraksiyona bereya Tirkmenî Aydin Merûf ragehand ku artêş û hêzên Iraqê nekarîn di navçeyên bin destê xwe de gelê Tirkmen biparêzin.

Aydin Merûf ku 21.06.2016ê li gel parlamenterê Tirkmen li parlamentoya Iraqê Erşed Salihî serdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li sînorê Mexmûrê kir û piştîwaniya xwe ji bo hêzên Pêşmergeyan, di şerê li dijî DIŞIê de nîşanda.

Parlamentere Tirkmen li gel nîşandana rêz û heskirina xwe û Tirkmenên Kurdistanê ya ji bo Pêşmerge ragehand û got: ‘’Em spasiya Pêşmerge dikin, ku em ji terorîstên hov ên DIŞIê parastin.’’
Top