• Sunday, 22 February 2026
logo

MINBIC - Şerê kolan bi kolan dest pê kir

MINBIC - Şerê kolan bi kolan dest pê kir
Şervanên HSDê ku YPG pêşengiya wê dike, li çend taxên bajarê Minbicê pêşketin bi dest xistin û di nav bajêr de şerê kolan bi kolan di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê giran bûye.

Operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê di 20mîn roja xwe de berdewam e.

Di berdewamiya operasyona Fermandeyê Şehîd Fêsel Ebû Leyla ya bo rizgakirina Minbicê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ber bi nav bajarê Minbicê ve pêşketinên giring bi dest xistin.

Çavkaniyeke taybet ji Minbicê ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên HSDê taxa rojavayê wî bajarî û herwiha Benzînxaneya Yûnis û taxên bakur heta Filkeya Şerîe li nêzîkî Vêla Ebû Riyad ji destê DAIŞê derxistine û kontrol kirine.

Li gorî zanyariyên çavkaniyê Rûdawê, şer û pevçûnên tund li wan taxan berdewam dikin û bi dehan çekdarên DAIŞê di pevçûnan de hatine kuştin.

herwiha cenazeyên çekdarên DAIŞê ku di şer de hatine kuştin, li erdê mane û HSD ber bi navenda bajarê Minbicê ve pêş dikeve.

Heman çavkaniyê derbarê rewşa mirovî li nav Minbicê de ji Rûdawê re da zanîn, ku şervanên Encûmena Leşkerî ya Munbicê ku ser bi HSDê ve ye, bo rizgarkirin û gihandina alîkariyan bi xelkê Minbicê korîdorên mirovî di nav kolanan de vedikin û îro bi sedan kes ji xelkê sivîl hatin rizgarkirin.

rudaw
Top