Li rojhilatê Helebê DAIŞ welatiyên Kurd dikuje
Îro 20 Hizêranê çalakvanê Kurd Cemşîd Omer ji BasNews re ragehand: “ÇEkadarên DAIŞê du sivîlên Kurd kuştin, yek li gundê Qebasîn û yek li gundê Kieybê li gundewarên bajarê Babê, sedema kuştina wan jî ew bû ku herdu welatiyên Kurd tevlîbûna xwe jibo nav çekdarên DAIŞê red kirine.”
Ji aliyekî din ve çalakvan Ehmed Hiso ji BasNews re ragehand: “Ji roja 16 Hizêranê ve çekdarên DAIŞê bi helmetek mezin jibo destgîr kirina xortan rabûye û dixwaze wan bi zorê tevlî şer bike, bi taybet xortên Kurd, çekdarên DAIŞê girtin ser 11 gundan û derdora 700 welatiyên sivîl revandine ji gundên (Şawî, Ereb Wêran, Sûr Sibat, Kieybê, Til Circî, Qar Kelbîn, Xendûra, Nama, Qibasîn û Kawkilî.) ku hemû gunên Kurdnşînin.
Berî demekê çekdarên DAIŞê li Babê biryara leşkeriya neçar dane û dixwazin xortên Kurdan bibin tevlî xwe, doh 19 Hizêranê xelkê gundê Ereb Wêran serî li dijî çekdarên DAIŞê hildan û biryara leşkeriya neçar red kirin, di encamp de 3 welatiyên sivîl ji gund şehîdbûn.
basnews
