• Sunday, 22 February 2026
logo

Goran dawa rêkeftinê ji PDKê dike

Goran dawa rêkeftinê ji PDKê dike
Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgerea Goranê, Dana Ebdulkerîm dibêje şandeke hevbeş YNK û Goranê bi fermî ji PDKê dixwaze her sê partî bicivin.

Piştî civînên digel partiyên îslamî û yên çepgir, şanda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Goranê îro bi armanca kombûn bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û partiyên kêmneteweyên wekî turkman û aşûrî tê Hewlêra paytext.

Ebdulkerîm liser daxwaza civînê digel PDK got ew bi vî awayî ew nîşan didin ku YNK û Goran liser navê yekîtiya neteweyî û başkirina rewşa siyasî tevdigerin.

YNK û Goran 17ê Gulanê rêkeftinek îmze kiribûn.

Dana Ebdulkerîm wiha domand:

"Niha Parlamento şixul nake. Mideta Serokê Herêmê derbas bûye. Yanî pêwîstî bi rêkeftineke nû heye ku li gorî encama hilbijartinên 2013an bê dariştin û Serokê Herêmê, Serokwezîr û Serokê Parlamentoyê careke dî biçine ser mêze û her partî li gorî heqê xwe di rêvebiriyê de cih wergire."

Liser helwesta PDK li hemberî şandeya hevbeş a YNK û Goranê, Dana Ebdulkerîm got: "PDK eger niyet hebe pirsgirêk bêne çareserkirin, divê pêşwazî li şanda me bike. Lê eger dîsa bixwaze li ser Goranê zext çêke, bêguman sûd jê nabîne û jiyana xelkê jî baştir nake."

Rudaw
Top