Li nêzîk Îraq û Sûrîyê li ser nexşeya cîhanê namînin
Maykil Haydin, rêveberê berê yê (CIA) ragîhand; li jêr ronahîya rêkeftina Saykis Pîko ya berî sed salan hatîye îmza kirin, li nêzîk û bi kêmasî du welatên Erebî dê ji ser nexşeyê rojhilata navîn bêne jêbirin.
Zêdebarî wan herdu welatan, navbirî behsa çend welatên din yên Erebî kir yên niha şer lê heye, di daxuyanîyekê da bo rojnameya (La fîgaro) ya Frensî, Haydin ragîhand: pêdvîye rû bi rû rastîyan bibin, tiştek nemaye bi navê Îraq û Sûrîyê, Lubnan jî ya ber bi şikestinê ve diçe.
Haydin got jî: ew welat hemû li ser çend navan hatine parçekirin, ji wan jî: Kurd, Sûne, Şîe, Daişi û Qaîde, ku berî niha li jêr navê Îraq û sûrîyê di gel yek komve bibûn.
Aşkere jî kir: rewşeka ne aram li deverê heye, eger welatên zilhêz jî çi livînan nekin, rewş dê çend salên din bi vî awayî bimîne.
war.tv
