Li ser navê Pêşmerge milyonek dolar
Endamê Komisyona Karûbarên Olî li Parlamentoya Kurdistanê Mele Xarib Pencewinî ji Rûdawê re got,Wezareta Ewqafê, li ser navê alîkariya pêşmerge, ji her keseke diçe imre 100 dolar zêde wergirtiye.
Mele Xarib Pencewinî diyar kir ew pê hisîyana nedane pêşmergeyan wiha got:
“Em dê derbarê wan kesên ku tevlî vê yekê bûne de detst bi lêpirsînê bikin.”
Li gor daneyan, sala 2016an li Herêma Kutrdistanê 15 hezar kes çûne imreyê.
Mesrefê imreyê ya kesekî di navbera 750 û hezar 100 dolarî de ye.
Rêveberê Pêwendî û Hevjiyana Olî li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Merîwan Neqişbendî jî got, ji 11 hezar kesî ji her yekî 100 dolar wergirtine û wiha domand:
“Pere bi pejirandina wezaretê û bo mebesta zêdekirina dahatên hikûmeta hatiyiye standin.
Ji kesên çûne imreyê bi tevahî 1 milyon û 100 hezar dolar hatiye berhevkirin.
Rudaw
