• Sunday, 22 February 2026
logo

Keça êzîdî Nadiya Murad dibe mêvana Kongrêsa Amerîkayê

Keça êzîdî Nadiya Murad dibe mêvana Kongrêsa Amerîkayê
Keça êzîdî ya bi navê Nadiya Murad, ku ji destê DAIŞê rizgar bûye û namzeda xelata aştiyê ya Nobelê ye jî, dê bibe mêvana Kongrêsa Amerîkayê.

Nadiya Murad, li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, dê sibê (21ê Hezîranê) li bajarê Waşingtonê bibe mêvana Kongrêsa Amerîkayê û li ser zilm û hovîtiyên ku DAIŞê aniye serê kurdên êzîdî, şahidiyê bide.

Nadiya, beriya niha jî bi gelek serok, siyasetmedar, navdar û mezinên cîhanê re behsa zilm û hovîtiyên DAIŞê yên li hember kurdên êzîdî kiribû.

Çekdarên DAIŞê, havîna sala 2014ê êrişî devera Şingalê ya Kurdistana Başûr kirin, gelek kurdên êzîdî kuştin, gelek keç û jinên êzîdî jî revandin. Heta niha hinek ji wan jinên êzîdî rizgar bûne lê hîn jî bi hezaran di destê DAIŞê de mane.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, komkujî û hovîtiyên DAIŞê yên li dijî kurdên êzîdî, wek “jenosîd-qirkirin” pesend kiriye.

Basnews
Top