• Sunday, 22 February 2026
logo

Yek ji rîsipiyên DAIŞê ku leşkerê Kurd şehîd kiribû hate destgîr kirin

Yek ji rîsipiyên DAIŞê ku leşkerê Kurd şehîd kiribû hate destgîr kirin
Hêzên Iraqî yek ji wan şêxê hozan ku di dema serbirîna serbazekî Kurd ji xelkê Xaniqîn ji aliyê DAIŞê de amadebûn destgîr kir.

Li gorî çavkaniyek ewmnî, hêzên ewlekariyê Nafi Şeyah ku yek ji wan rî sipiyên ku di dema serbirîna leşkerê Kurd ji xelkê Xanqînê ji aliyê DAIŞê ve destgîr kirin, di heman bûyerê de wî şêxî piştevaniya xwe jibo DAIŞê ragehandibû.

Çavkaniya ewlekariyê tekez kir ku, navborî xwe di nav penaberên Felûca de veşartibû, lêbelê ji aliyê penaberan ve zaniyarî li ser wî jibo hêzên ewlekariyê hatin dan û piştre hat destgîe kirin.

Di meha hizêrana 2015 de DAIŞê vidoyek belav kir têde bi amdebûna çend şêxên hozên Ereban ji Felûca, ser leşkerekî Kurd dibirin, serbazê Kurd bi di Artêşa Iraqê bi erkê xwe radibû, nave wî Semîr Murad bû û xelkê Xaniqîn bû bi ser birînê hate şehîd kirin.

Basnews
Top