Şandeke leşkerî ya Hewlêr û Bexda civiyan
Nûnerê taybet ê li dijê DIŞIê di hevpeymaniya navnetî yê serokê Amerîkayê Barack Obama, Brett Mc Gurk ragehandiye, şanda leşkeri ya Kurdistanê û Iraqê gotûbêjên dawiyê û planên operasyona rizgarkirina Mûsilê gotûbêj kirine.
Duh serokê Kurdistanê û Fermandarê giştî yê hêzên leşkerî yên Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehandibû ku, Pêşmerge bi mercekî beşdarî şerê rizgarkirina Mûsilê dibe ku, ji naha ve rêkeftin li ser qonaxa piştî DIŞIê li parêzgehê bê kirin û mafên gelê Kurdistanê bên misoger kirin.
