Demirtaş: Ew çekên Tirkiyê şandibûne Sûriyê bo PYDê hatin firotin
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş di hevdîtina xwe ya ligel rojnameya Cumhuriyetê de wiha got: "Ew çekên ku, dewleta Tirkiyê bi rêya MİT'ê ji bo hinek komên Kurdî û Tirkmenan şandî Sûriyê niha ew kom van çekan difiroşin PYDê.
Herwiha Demîrtaş amaje bi wan gotinên rayedarên Tirkiyê ku, dibêjin şaredarên DBP'ê alîkariya PKKê dikin de jî wiha axifî: "Mifetişên te bi salane lêkolînê dikin tiştekî wisan derneketiye holê. Eger rast be şaredaran tiştek wisan kiribe, tiştek ku, em bibêjin nîne. Birastî diyare kî ji terorîstan re pere û çekan dişînin. Ya rastî AKP ye alîkariya terorê dike."
Demîrtaş bersiva wan gotinên ku, dibêjin, dibe partiyeke nû ya Kurdî bê avakirin ji got: "Partiya Îslamî ya herî mezin a Kurdan HDP ye."
He wiha Demîrtaş da zanîn ku, dewleta Tirkiyê bi alîkairya hikûmeta Sûriyê hewla avakirina hêzekê dide li dijî PYD'ê. Diyarkir kir ku, li şûna vê hewldanê bi PYDê re rûne baştire ku,ev hewldan sernakevin.
K24
