• Sunday, 22 February 2026
logo

2 şervanên Başûrî yên YPGê di şerê Minbicê de şehîd bûn

2 şervanên Başûrî yên YPGê di şerê Minbicê de şehîd bûn
Du şervanên Başûrî yên YPGê di operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê de şehîd bûn.

Termên du şervanên Başûrî yên YPGê, ku di şerê Minbicê de şehîd bibûn, bi rêya deriyê Sêmalka re derbasî Kurdistana Başûr hatin kirin.

Li gorî agahiyan, yek ji wan şervanan xelkê bajarê Kerkûkê û yê din jî xelkê bajarê Kelarê bû. Navê şervanê Kerkûkî yê YPGê, Aşna Xalid (navê wî yê nav YPGê, Serbest Zagros) û navê ewê Kelarî jî Ako Baqî (navê wî yê nav YPGê, Gîvara Germiyan) bû.

Termê Aşna Xalid li Kerkûkê û yê Ako Baqî jî li Kelarê hatin veşartin.

Hat zanîn ku Aşna Xalid sala 2013ê tevlî YPG bibû û Ako Baqî jî 2014ê tevlî refên YPGê bibû.

Li gorî çavkaniyên nêzîkî YPGê, heta niha zêdetirî 20 şervanên Başûrî yên YPGê di şerê DAIŞê de şehîd bûne.

Basnews
Top