• Sunday, 22 February 2026
logo

DAIŞê bi sedan Kurd kirine mertalên zindî!

DAIŞê bi sedan Kurd kirine mertalên zindî!
DAIŞ cil û bergên xwe li welatî yên Kurd dike û wan weke mertalên zindî bikar tîne.

Çavkaniyên ji bajarokê Babê ji Rûdawê re ragihand, çekdarên DAIŞê nêzîkî 500 Kurdên sivîl ên gundên Sorsîmat, Şêx Nesre, Xobişeyê li gundê Ereb Wêranê komkirine.

Sivîlekî gundê Babê, xwe ji destê DAIŞê rizgar kir û plana rêxistinê ji Rûdawê re eşkere kir.

Bi gotina wî, çekdarên DAIŞê, cil û bergên xwe li wan gundiyan kirine û ji wan re gotine, bi destê şervanên Kurd û firokeyên hevpeymaniya navdewletî dê wan bidin kuştin.

Gundiyên devera Minbicê daxwaz kirin ku Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û hêzên hevpeymaniya navdewletî haydarî wê plana DAIŞê be.

Rudaw
Top