Goran hewa xwe ya ragîhandinê li dijî partî ragirt
Berpirsê medyaya Goran Ebdulrezaq Şerîfî bo medyayên hizba xwe got: li ser xwesteka Selahedîn Behaedîn emîndarê giştî yê yekgirtûyê, Goran hewa xwe ya ragîhandinê li dijî partî bi temamî ragire.
Got jî: hewa wan ya ragîhandinê li dijî partî nebû, belku li dijî serokê partîyê bûye û weku bersivekê bû li dijî tomar kirina skalayê li ser Newşêrwan Mustefa.
Ji alîyê xwe ve Elî Ewnî endamê serkirdayetîya partî bo War got: tevgera Goran xwedî rêkxerekê eqil şerxwaze û ewa Goran li hemberî partî û serokê herêmê dike, revyane ji hukmê dadgehê û partî xwedî dîroke û xwe nayne rêza Goran.
War.tv
