• Sunday, 22 February 2026
logo

Sekreterê Giştî yê PDKÎ banga çekdanînê li pasdar û besîcên kurd kir

Sekreterê Giştî yê PDKÎ banga çekdanînê li pasdar û besîcên kurd kir
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî bang li endamên kurd ên Sipaha Pasdarên Îranê kir, “çeka xiyanetê” berdin.

Sekreterê Giştî yê PDKÎ, Mistefa Hicrî, li ser şerê vê dawiyê yê pêşmergeyên Rojhilatî û pasdarên Îranê de peyamek belav kir. Hicrî di peyama xwe de rêjîma Îranê wek “DAIŞa Şîe” bi nav kir û diyar kir ku ew dê li ser xebata xwe berdewam bin û dixwazin xebata “şar û şax” (çiya û bajar) bikin yek.

Sekreterê Giştî yê PDKÎ di peyama xwe de bang li wan milîs û pasdarên kurd jî ku li dijî hêzên Rojhilatî şer dikin û got, heta dereng nebûye çeka xiyanetê berdin û tevlî refên xebata netewî bibin, eger vê yekê jî nikarin xwe bidin aliyekî û nebin darê destê rêjîma îslamî.

Hicrî her wiha anî ziman ku eger pasdar û besîcên kurd tevlî şer nebin Pêşmerge dijminahiya wan nake lê eger li ser dijminatiya Pêşmerge û gelê kurd berdewam bin wê çaxê, zû yan dereng, dê bên cezakirin.

Di şerê vê dawiyê yê navbera hêzên Rojhilatî û pasdarên Îranê de, ku li nêzîkî bajarê Şino qewimîbû, komek pasdarên kurd jî beşdar bibûn ku hinek ji wan hatibûn kuştin.

Basnews
Top