• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Xûrmatû du teqîn: 2 şehîd û 11 birîndar

Li Xûrmatû du teqîn: 2 şehîd û 11 birîndar
Rêveberê Asayîşa Xûrmatû Farûq Ehmed ragehand ku, di encama teqîna otombêlekê de, du kes şehîd bûn û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Derbarê vê teqînê Rêveberê Asayîşa Xûrmatû Farûq Ehmed ji K24ê re ragehand ku, teqîn li beramberî baregeha melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê(YNK) çêbû, da zanîn ku, teqîn bi rêya otombîlekê barhilgir a bombirêjkirî bû.

Li gor çavkaniyekê ji nexweşxaniya bajêr ragehandî ku, heta niha termê dû şehîdan û 5 birîndaran giheştine cem wan.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê berbirsê malbenda YNK Hesen Baram ji K24ê ragehand ku, piştî teqîna yekem teqîna duyem bi rêka motorekê li bazarekî li taxa Eskerî çêbû.

Teqîn di demekê de çêbû ku, duh, teqîneke din li bajarê Xûrmatû çêbûbû.

K24
Top