Demîrtaş: Tirkiyê ji aliyê dîktatorekê ve ber bi tariyê ve diçe
Demîrtaş piştî hevdîtinên xwe yên li Brukselê, ligel Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland û Komîserê Mafên Mirovan yê Ewropyaê Nils Muiznieksî hevîtinek pêk anî.
Demîrtaş bang li Ewropayê kir ku, li himberê binpêkirinên mafên mirovan û neheqiyên li Tirkiyê diqewimin, bêdeng nemînin.
Hevserokê HDPê Demirtaş li ser peyamên ji Ewropayê wergirtine jî wiha got:"Tirkiye ji derve de wek welatekî girtî û xwedan radîkalîzmeke DAIŞwarî dixuyê ku, ji aliyê dîktatorekê ve ber bi tariyê ve diçe. Îmaja Erdogan ne bi qasî ya Bexdadî be jî, hinekî di bin ya wî re ye."
K24
