• Sunday, 22 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê

Peyama Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di derbarê wê helmeta ragihandin û teşhîrên ji aliyê Tevgera Goran û kesên nêzîkî wan li ser şexsê min birêvediçe, daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku kes li ser min bersîva vê helmetê û axaftinên wan nede û kes xwe ji bo wê asta nizim danebezîne. Daxwazê ji we dikim palpişt û bergirîkarê serbixweyî û Pêşmergeyên me yên qehreman bin. Bergirîkarê heq û dadperweriyê bin û li beranber gendelî û kultûra dijûn û cinêwdanê rawestin û parêzerê çand û bihayên bilindên gelê me bin. Li vê rewşê de pêwîste ewlewiyeta serekî ya me hemû aliyek serbixweyî û piştevanîkirina Pêşmerge ya ji bo têkşikandina terorîstên Da'îş û baştirkirina jiyana xelk û rûbirûbûna gendeliyê be.

Bi dilniyayiyê ve ewên yekrêziya gel têk didin û hewla têkdana aramî û asayîşa Kurdistanê didin û musîbet li ser vî gelî tînin dê bigihin sizayên xwe yên yasayî.

Mesûd Barzanî
17.06.2016

Top