Operasyona Minbicê bidawî dibe
Hevdem balefirên Hevpeymana Navdewletî binkeyên DAIŞê, li wê deverê, bordûman dikin.
Berdevkê fermî yê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced di daxuyaniyeke de ragihand, ji destpêka Operasyona Şehîd Feysel Ebû Leyla ve, zêdetirî 110 gund û zevî ketine destên hêzên wan.
Ebû Emced diyar kir ku û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbic heta niha, nêzîkî 1000 kîlometre çargoşe kontrol kirine û got, hejmara kuştiyên DAIŞê ji destpêka vê operasyonê ve gihiştiye hezar kesî.
Ji aliyê din ve çekdarên DAIŞê jî, li hin deveran xelkên sivîl ji xwe re weke metalên mirovî bikar tînin û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê hewl didin xelkên sivîl ji destên DAIŞê rizgar bikin.
Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbic nîşan bi wê yekê da ku morala wan bilind e, li beramber vê yekê jî çekdarên DAIŞê lawaz dibin û dişkên.
Herwiha enbareke cebilxane, çek û teqemeniyên DAIŞê li gundê Elhemdûniyê hate rûxandin.
Tê zanîn ku Operasyona Şehîd Feysel Ebû Leyla, ji 1ê vê meha Hezîranê ve, destpê kir û li gorî ragihandina Encûmena Leşkerî ya Minbicê, ev operasyon ketiye qonaxa ber dawiyê û çekdarên DAIŞê hatine dorpêçkirin.
Rudaw
