NY: Nîjadkujî li Kurdên Êzidî hatiye kirin
Komîsyonê navborî îro rapora xwe ya derbarê tawan DIŞIê li hemberî Kurdên Êzidî belav kir.
Rapora jenosîda Kurdên Êzidî, piştî 45 hevdîtinên bi kesên ji rêxistinê rizarbûne, rêberên olî, karmendên tenduristiyê, parêzer, qaçaxcî, çalakvan û rojnamegeran re, hatiye amadekirin.
Serokê Komîsyonê Paulo Sergio Pinheiro li Ofîsa NYê ya Cenevreyê derbarê raporê de wiha got: “DAIŞê nîjadkujî kiriye û dike jî. Jin, zarok, zilam û hemû Kurdên Êzidî yên di destê DIŞIê de rastî kiryarên hov ahtine.”
Paulo Sergio Pinheiro diyar kir ku DIŞIê 3yê Tebaxa 2014an piştî ku Şingal dagir kir, keç, jinên û zarokên Kurdên Êzidî birine Sûriyê û êşkence li wan kirine û weke koleyên seksê bikar anîne û hewldane “nasnameya Êzidiyê” ji holê rakin.
Pinheiro wiha domand: “Di destê DIŞIê de hêj 3 hezar û 200 jin û zarokên keç hene. 2 sal bi ser êrişa Şingalê re derbas bû, lê hêj bo wan rizgarkirina wan tiştek nehatiye kirin. Operasyonên rizgarkirinê nehatine pêkanîn. Em derbarê vê mijarê de band li civaka navnetewî bang dikin ku hineke gav bavêje.”
Paulo Sergio Pinheiro herwiha bang li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kir ku nîjadkujiya Kurdên Êzidî bê nasîn û kesên di destê rêxistinê de bê rizgarkirin û got: “Bila kesên ku ev tawan kirine li Dadgeha Cezayên Navneteweyê bêne darizandin.”
Di raporê de hatiye diyarkirn ku keç û jinên Kurdên Êzidî di navbera 200 û 500 dolarî de çend caran têne firotin.
Herwiha hat gotin Kurdên Êzidî yên di destê DIŞIê de bi hemberî 10 hezar heta 40 hezar dolarî têne rizgarkirin.
