Serok Barzanî û Ehmed Cerba civiyan
Duh li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Îêtilafa opozîsyona Sûriyayê Ehmed Cerba kir.
Di civînê de derbarê rewşa siyasî û ewlekarî ya Sûriyayê û herwiha pêşhatên dawî yên li Sûriyayê û helwestên civaka cîhanî û dewletên herêmî yên li hember rewşa Sûriyayê hatin nirxandin.
Di berdewamiya civîna han de bi awayekî berfire behsa rewşa aloz ya Sûriyayê, têkiliyên navbera grûpên curbicur ên çekdar yên li Sûriyayê û rewşa meydanî ya eniyên şer li Sûriyayê hate kirin.
