• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka kopterên Apache li dijî DIŞIê bikar tîne

Amerîka kopterên Apache li dijî DIŞIê bikar tîne
Li Sûriyayê bo cara yekem Amerîka kopterên Apache li dijî DIŞIê bikar tîne.

Wezareta Parastina Amerîkayê di meha nîsanê de gelek firokeyên bi navê Apache şandibû Iraqê. Artêşa Amerîka di operasyonên li dijî DIŞIê de dest bi bikaranîna firokeyan kir.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Careter roja borî daxuyand ku wan di operasyona li dijî DIŞIê de dest bi bikaranîna firokeyên Apacheyê kirine û heta niha gelek baregehên DIŞIê rûxandine.

Berdevkê Pentagonê Christopher Sherwood jî diyar kir ku Hikûmeta Bexdayê jî bikaranîna balafirên Apacheyê erê kirine.
Top