Zêdetir ji 5 hezar şêniyên Felûceyê hatine Kerkûkê
Di vê derbarê de jêderên ewlekarî yên li Kerkûkê diyar kirin ku di çarçoveya dom kirina operasiyonên artêşa Îraqê de bo azad kirina bajarê Felûceyê, hijmareke zêde ji şêniyên vê bajarê aware bûne û berê xwe dane cêyên aram weke deverên di bin destê hêzên pêşmerge de.
Jêderên han eşkere kirin ku şêniyên Felûceyê bi taybetî ew kesên ku sune mezhebin bi ti awayî naxwazin biçin deverên di destê artêşa Îraq û heşda şebî de û berê xwe didin bajar û cêyên ku di destê hêzên pêşmerge dene.
Hate zanîn ku heta niha zêdetir ji 5 hezar malbet ji Felûceyê gehêştine Kerkûkê û li vê bajarê hatine bicîhkirin.
