Demîrtaş li gel Serokê Parlementoya Ewropayê civîya
Hevdîtin li Brûkselê pêk hat û parlementerên HDPyê Leyla Bîrlîk û Hişyar Ozsoy jî hevaliya hevdîtina Demîrtaşî kirin. Derbarê naveroka hevdîtinê de heta niha ti daxuyanî nehatine belav kirin. Herwiha biryare ko Demîrtaş îro ligel Berpirsê Danûstandinên Endamtî û Polîtîkayên Cîrantiyê yê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Johans Han re jî bicive.
K24
