• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê Lêjneya Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê: Bexda nikare mercên Kurdistanê bicîh bîne

Serokê Lêjneya Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê: Bexda nikare mercên Kurdistanê bicîh bîne
Serokê Lêjneya Pîşesazî û Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê ragihand, rewşa siyasî û aborî ya Iraqê ewqasî şepirze ye nikare bersiva daxwaziyên Herêma Kurdistanê bide.

Şêrko Cewdet, ku di heman demê parlamenterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ye jî, derheqê daxwaziya hikûmeta Kurdistanê ji bo îmzekirina rêkeftinek nû bi Bexdayê re, ji BasNewsê re got, hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye rêkeftinek nû bi hikûmeta Iraqê re îmze bike, bi şertê ku Bexda mehane milyarek dolar bide Hewlêrê.

Serokê Lêjneya Pîşesazî û Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê her wiha got, lê ez bawer nakim Bexda bikaribe vê daxwaziya Kurdistanê bicîh bîne çimkî rewşa siyasî û aborî ya Iraqê pir şepirze ye.

Wî parlamenterê kurd her wiha anî ziman ku kirîza aborî ya Herêma Kurdistanê dê bidome lê tê pêşbînîkirin piştî azadkirina Mûsilê, rewşa Herêma Kurdistanê baştir bibe.

Basnews
Top