Parlamenterek YNKê: Me çek dan baskekê PKKê ji ber wê Tirkiye li me nîgeran e
Parlamenterê YNKê li, parlamentoya Iraqê Rêbwar Teha ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNKê bi fermî Tirkiye agahdar kiriye ku ji siyaseta wan nîgeran in. Li gor min ev kare karekî dîplomatiye û divê serokatiya herêma Kurdistanê û hikûmet bi fermî nîgeraniyê bidin Tirkiyê.’’ Herwaha got, mana Behroz Gelalî ku nûnerê YNKê ye li Tirkiyê, nayê wateya ku ew binpêkirinên Tirkiyê qebûl dikin, ji ber ew hewl didin bi rêya nûnerê xwe ve gilî û gazinden xwe bigehînin Tirkiyê.
Rêbwar Teha ji BasNewsê re got: ‘’Divê Tirkiye siyaseta xwe ya li hember kurdên bakûr û rojava li ber çav re derbas bike. Ji ber vê jî li gor YNKê nêzîkatiyên Tirkiyê ne temam in.’’ Herwaha aşkera kir: ‘’YNKê hişyarî daye Tirkiyê û wê vî tiştî berdewam jî bike ku piştîwaniyê li YPGê û YPJê wê bike, lê ji ber alîkariya çek û teqemenî ew jî alîkar dibin di hemû pirseyan de.’’ Rêbwar Teha dibêje ew alîkariyên leşkerî yên ji bo baskên PKKê, Tirkiye nîgeran kiriye.
Basnews
