Serokomarê Ebxazyayê: Mafê Kurd bo dewletbûnê heye
Serokê Komara Ebxazyayê Raul Comkovîç Xacîmba rola Kurd di şerê li dijî terorê bilind nirxand û derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê ji K24ê re axivî û got, her neteweyekî mafê wî yê dewletbûnê heye, bi vî awayî jî di yasaya navdewletî ev cîgir e û her tiştî berûvajî vê jî ne durist e.
Her di wê daxuyaniyê de, Xacîmba got jî: “Ti astengiyên me li pêş hevahengî û karê hevbeş bi ti welatekî re tune ne, hêvîdar im her netewek kar û xebatê bo serxwebûna xwe bike, bikaribin pêwendiyê ligel wê ava bikin.”
K24
